Bi jineolojiyê jin xwe ji nû ve pênase dikin
18:29
Ruken ÇELÎK / JINHA
AMED-Li Amedê nêzî 6 meh ane Atolyeya Jineolojî ya Akademiya Jinan hatiye avakirin. Di vê atolyeyê de jin xwe ji nû de pênase dikin. Jin din ava Atolyeya Jineolojî ya Akademiya Jinan de dê rewşa epîstemolojiyê, jinan çawan bindestiya 5 hezar salan qebûl kiriye, rewşa civakî û aliyê wê yê dîrokî û mîtolojî, ol, bi destgirtina zanistê û hemû qurnaziyan nîqaş bikin û şênber bikin.
Der barê mijarê de yek ji peşdarvanên Atolyeya Jineololjî ya Akademiya Jinan Fîgen Aras nêrînên xwe anî ziman. Fîgen diyar kir ku ji bo ku desthilatdar bîrdozî û pergala xwe têxin jiyanê, gelek rêbazên hişmendiyan pêş xistine û wiha axivî: “Ji ber vê yekê esareta modernîteya kapîtalîst hakim bûye. Zanyarên civakî pozîtîvîst û tekparêzîne. Ji ber vê yekê rastiyan dernaxînin holê. Bi taybetî pirsgirêkên jinan derxistina holê, pirsgirêka jinê anîn ser ziman û di aliyê çareserkirina pirsgirêkan de hişmendiya zilam hakime. Ji ber vê yekê em li ser zanistiyeke civakî ya alternatîf dixwazin biponijin.”
‘Îdiaya jineolojî kelecana me mezin dike’
Fîgen da zanîn ku ji bo ku jin bi xwe biryarên xwe din. jin bi xwe, xwe pênase bikin û azadiya rast bi xwe pênase bikin îdiaya jineolojiyê danîne holê û wiha got: “Ev ya jî tê wateya ku femînîzîm hîn zêdetir pêşbikeve, têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî hîn mezintir bike. Ji ber vê yekê dê têkoşîna azadiya jinê bandora xwe li hemû civan bike. Îdiaya jineolojî kelecana me mezin dike.” Fîgen anî ziman ku dê jineolojî hemû kurnaziyên di dîrokê de deşîfre bike û wiha bi dawî anî: “Em girîngiyeke mezin didin nîqaşên jineolojiyê. Her ku li Amedê hevdîtin çêdibin, em xeyalên mezintir ava dikin. Nîqaşên jineolojiyê kelecaneke mezin, piştevaniyeke mezin, ji nû ve xwe pênase kirin, vegera li çewherê xwe û baweriyeke mezin derdixwe pêş. Baweriya me heye ku ev yek bibe bingeha lêgerîna heqîqetê. Jineolojî dê mîtolojiyê, felsefeyê, ol, bi destgirtina zanyariyê û hemû qurnaziyan der bixine holê.
(aw/pk)

