Di gulebarana lojmanên leşkerî de zarokek birîndar bû
12:21
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Silopî ji lojmanên leşkerî derdora hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de zarokê 16 salî M.D. bi giranî birîndar bû. Her wiha welatiyên xwestin biçin hawara M.D. hatin gulebarankirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di seatên serê sibê de di encama gulebaranê de zarokê 16 salî M.D. yê li kuçeya 710'an a taxa Karşiyakayê bû bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyên welatiyên taxê dane; M.D. ji hêla leşkerên li ser lojmanên leşkeriyê ya 172'emîn a Fermandariya Tugaya Zrixî bi cih bûne ve bi guleyê birîndar bû. Welatiyan diyar kir ku nehiştin ambulans têkeve taxê. Hat ragihandin ku welatiyên xwestin biçin hawara M.D. yê di nava xwînê de li erdê dirêjkirî bû hatin gulebarankirin. Ligel vê yekê jî dîsa welatî xwe gihandin M.D. û ew birin cihekî bi ewle. Welatiyan bi derfetên xwe M.D. rakirin Nexwşxaneya Dewleyê ya Silopî û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê hat kirin.
(ma/zt)
