ROJEVA 24 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:15
*Endama Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Xanim Mihemed derbarê komkujiya 25'ê Hezîranê a li ser Kobanê de nirxandin kir. Xanim got: "Gelê Kurd li dijî komkujî û êrîşên hovane xwe êdî bi rêxistin. Her çiqas hewlbidin bi ser me de werin jî ji ber em xwedî vî axîne em ê bi serbikevin."
*Jina qehreman a ku li Kurdistan û Tirkiyê navê xwe li hezaran zarokan kirî Bêrîtan di salên zanîngehê de Muhsine Ozhan nasdike. Muhsine diyar kir ku Bêrîtan hêz daye wê. Li gel ku 23 sal li ser şihadeta Bêrîtan re derbasbûyî jî hîna li ser zimanan digere û ji bo zarokên li peyî wê hatîn dinê re bûye destana qehremaniyê. Muhsine da zanîn ku hemû kesên Bêrîtan naskirine gelek diyalogên xweşik bi hev re derbaskirine û got: "Gelel bi lez hat û çu. Lê dîsan jî bi min re şopên mezin hêlaye. Di rasiyê de Bêrîtan jinek serketî ya ku bi hemû jinan re şopên kur hêlaye."
*Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf li gel ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ronahî Hesekê yek ji navên sembola berxwedana jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) vegotin û diyar kirin ku dê jinên kurd dê ticarî teslîm nebin û ji ber çalakiya wê ya destanî îro bi hezaran jin di xeta Bêrîtanê de dimeşin.
*Zarokên ku maxdurên erdhêja di 23'ê Cotmeh û 9'yê Mijdara 2011'an de li Wanê pêk hatibû hîna di konteyniran de dijîn, diyar kirin ku di xeyalên wan de tenê xaniyekî gerim û jiyanek xweş heye.
*Endema Desteya Rêveberiya RJAK'ê Perwîn Hesen, derbarê aloziyên aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de wiha got: "Sedema bûyerên ku li vir tên jiyan kirin ne tenê ji ber maaşê ye, bingeha xwe ji pirsgirêkên civakî û ewlehiyê digre. Di rewşên wiha de divê jin xwedî li civakê derê."
*Her çiqas li hilbijartinana re 7 roj mabin jî li gelek bajarên Kurdistanê sandoqên hilbijartinê li ser biryara YSK'ê ve cihên wan hat guhrandin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer li ser guhrandina cihên sandoqan nirxandin kir û diyar kir ku ev nêzîkatî polîtîkayên tunekirinê ye.
*TSK ligel biryara bê çalktiya ku KCK'ê 10'ê Cotmehê îlan kiribû, operasyon û komkuji li heremên Kurdistanê berdewam dikin. Jinên sendîkayî bertek nîşanî beçalaktiya yek alî da û wiha gotin: "Li ser xwesteka gel KCK'e biryara bê çalaktiyê da. Lê belê dewlet guhertin di helwesta xwe de çênekir. Ji bo bersiva bê çalaktiyê divê ku dewlet operasyona rawestîne û daxwazê gel esas bigre."
