ROJEVA 25 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:30

*Gelê Botanê goristana Cudi ya ku ji aliyê leşkeran ve hatî xerakirin ziyaret kirin. Dayîkan ji nû ve dest bi avakirina goristana zarokên xwe kirin û diyar kirin ku Serokomar û hûkûmata wî êrîşî nirxên wanê herî pîroz dikin lê ev êrîş wê bê bersiv nemînin û ev tişt anîn ziman: "Em ê Erdogan paşpaşkî li kerê siwar kin û wî şi Kurdastanê derbixin. Guleyê yekemîn li Botanê teqiya û yê bi izna xwedê aşitî û azadî jî ji Botanê despêbike.”

*Yek ji xebatên înşakirina xweseriya demokratîk şaredariya gele. Li bajarê Hesekê jin modela xweseriya demokratîk bi pêşengiya xwe avadikin. Rêvebera Şaredariya bajarê Hesekê Mehabad Seîdo got: "Înşakirina xweseriya demokratîk li Rojava bi pêşengiya jin pêk tê."

* Dayîka Aştî a Colemêrgê Sidika Kaya bertek nîşanî êrîşên ser şehîdgeha gerîlayan da û got: "Hikûmeta AKP'ê çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heya ku ev bê mafî hebe berxwedana me jî dê bidome."

* Bi armanca salvegera şehadeta gerîla Bêrîtan jinên bajarê Dirbêsiyê nirxandin kirin û diyar kirin ku, berxwedana Bêrîtan ji bo tevahî jinên cîhanê bi wate ye.

*Şervanên YPJ gotin: "Şehîd Bêrîtan riya azadiyê ji me re vekir. Li hember xeta teslîmiyetê, bi çalakiya xwe vîna jina berxwedêr derxist holê. Ji bo azadiya gelê xwe em ê herdem şopdarê doza Ş. Bêrîtan bin."

*YPJ-Şengal di berxwedana sala duyem de a li hember çeteyên DAIŞ'ê amedekariya 'Hemleya Rizgarkirina Şengalê' dike. Fermandara YPJ-Şengal Raperîn Engîzek destnîşan kir ku armanca wan rizgarkirina Şengale û di serî de bang li ciwanên Êzidî û tevahî ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin.

*Bijîşka Pispora Tenduristiya Zarokan Gulhan Ozan Aktaş qala nexweşiyên zarokan kir û wiha got: "Vîrus hemû demsala de derdikeve holê, lê belê herî zêde di meha çile de bandor dike. Herî zêde ê di bin rîska vîrusê dane zarokên diçin dibistan û zarokxane ya. Zarokên emre wan di bin 4 salî dabe dibe ku ji qada cixare lê tê kişandin dur bikevin."