Hat îdea kirin ku Kezîban Kiş di xebata AKP'ê de hat kuştin

15:07

JINHA

AMED - Hate îddîa kirin ku li navçeya Girê Sor a Rihayê jinek a bi navê Kezîban Kiş (65) di bernameya pêşwazîkirina namzetê AKP'ê de hate kuştin.

Li Taxa Tiftîl a navçeya Girê Sor a Riha yê, hate îddîa kirin ku jina 65 salî ya bi navê Kezîban Kiş, di bernameya pêşwazîkirina Namzetê AKP'ê yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar de bi guleyê jiyana xwe ji dest da. Li gor îddîayan, duh dema Mehmet Kasim Gulpînar li taxê esnafan ziyaret dikir, bi çekan gule berdan hewayê. Bi guleya ku heya niha nehate zanîn ji çeka kê derketiye, Kezîban giran birîndar bû. Kezîban rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê lê li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

(ha/rc)