ROJEVA 26 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:11

*Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedaniya YPJ/YPG'ê ve ji kantonê hatin paqij kirin, Rêxistina Yekîtiya Star ji nû de dest bi xebatê xwe kir. Derbarê mijarê de Rêveberiya Yekîtiya Star Leyla Ehmet diyar kir ku ew ji nûde xebatên xwe înşa dikin û wiha got: "Tu êrîş xebatê me bi sînor nake, di nava kêm derfetiyê xwe de em bi aweyek aktîf xebatê xwe rêvedibin."

*Jinên Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran dest bi qursa Erbanê kirine û diyar kirin ku ew bi coşek û kedek mezin xebatên xwe didomînin û gotin: "Ji bo ku çanda Erbane a jinan wenda nebe, em xebatê xwe ya çandê berdewam dikin. Bi lêdana Erbanê re em çanda Delîla ji nûde didin jînkirin."

*Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Heyva û Seroka CHP'ê ya Wanê Îlkay Gokdere gefên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yên "Torosên Spî" nirxandin û destnîşan kirin ku gefên ku tên kirin ne bi gorî ehlaqê siyasî û civakî ye.

*Yek ji pratikên Tirkiyê şewat û ji talan kirinê çav girtin e. Her wiha tirsandin, tune kirina çand, civakê, zordarî, zilm û ji erka wê durxistin yek ji polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê ye. Ev sed salan e ku li ser gelê Kurd ev polîtîka tên meşandin tune tên hiştin û niha jî li ser HDP’ê heman polîtîka tên meşandin.

* Hevseroka Meclisa Navenda Sêrtê Hatîce Tay diyar kir ku naveroka rêveberiya cewherî valederxistina pergala yekane ya dewletêye û got: "Gelo ji bo ku hemû bajar xwe bi xwe rêvebibin û di derbarê jiyana xwe de biriyarê bide çi şaşiya wê heye." Hatîce da zanîn ku rêveberiya cewherî ji bo jinan nêrîna azade û got: "Ji bo wê ji divê jin li rêveberiya cewherî xwedî derkevin."