ROJEVA 28 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:18

*Li kolanên Colemêrgê zarokan danazanên HDP'ê daliqandin. Zarokan piştgiriya xwe a ligel HDP'ê tînin ziman û wiha dibêjin: "Em zarokin nikarin dengê xwe bidin HDP'ê lê cardin jî em dibêjin HDP'ê."

* Dayîka Şemiyê Siphiye Durgut ku ev 22 sale li failên hevserê xwe Suleyman Turgur digere bertek li hember gotinê Serokwezir Ahmet Davutoglu ên wek “ Eger em herin wê torosên spî werin “ nişan da û wiha got: “Ew dema torosên spî çû êdî hûn nikarin têkevin kolanê me jî. Tevî tang û topên xwe hûnê ji vê axê derên."

*Bi pêşengiya KJA'ê çalakiya Têkoşîna Navnetewî a li hember Şîdeta ser Jin a 25'ê Cotmehê wê bi durişmeya 'Şîdeta mêr bîrdoziye parastina cewherî raweye' di nava heftê de pêk bîne.

*Li gundê Elkê di destpêka biharê de bêrîvanên ji bo dotina şîr derdikevin zozana, şîrên dawiya salê dotin. Bêrîvanan diyar kirin ku îsal di bin bombebaranê de şîr dotine û wiha gotin: " Îsal me bêrîvantiyê nekir, dewlet êrîşî çiyayên me kirin."

*Jinên navçeya Surê ku bi îlankirina rêveberiya xweser her tim ji aliyê tîmên taybet ên ku Surê dorpêç kirine dene. Hat hinbûn ku tîmên Qesrê bi anonsan gotinên wek “Şoreşa jinê ha” gefa tecawîs û zayendî li jinê dixwin û dixwazin bi van gefan berxwedana jinê bişkinin.

*Jinên ciwan ên Colemêrgê amedekarî dikin ku dengê xwe bidin aştî û azadiyê HDP'ê. Civaka Meclîsa Jinên Ciwan a Tolvîn Cûdî bi stranên xwe piştgirî didin hilbijartina HDP'ê. Endama Komeleyê Gûneş Okçu diyar kir ku ew ê heya aştî û azadî gerdûnê ronî bibe dê li berxwe bidin.

* Meclisa Jin a partiya PYD'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi daxuyaniyek piştigriyê xwe a ligel gelê Bakûrê Kurdistanê anî ziman. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku piştî hilbijartinê gelê Tirkiyê wê modela xweseriya demokratîk esas bigre û wiha hat gotin: "Deng azadî û nasnameya we ye. Eger dengê we yekbin em jî li gel we ne."

* Îsal li Stenbolê 14'mîn de sazkirina Bienalî de berhemên protesto bal dikşand. Ji gelek welatê cîhanê berhemên hunermendan ji 30 cihê cûr bi cûr de derket pêşengê. Bîenalî 1'ê Mijdarê bi dawî dibe.