Li Wanê jinek hat qetilkirin!
23:10
WAN – Li Taxa Beyuzum a Wanê, jina bi navê Gulcan Sutçu ya 23 salî, ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Nurî Sutçu ve hat birîndarkirin. Gulcan, bi tevî zaroka 9 mehî ya di zikê wê de, jiyana xwe jidest da.
Li gorî kut ê îdîakirin, Mehmet Nurî Sutçu yê li derveyê Wanê dixebitî, hat Wanê, tivinga nêçîrê girt destê xwe û çû mala xwe ya li Taxa Beyuzumuyê. Li metbexa malê, dayîka zarokê xwe bi tivinga nêçîrê birîndar kir. Gulcan a di zikê wê de jî zarokek 9 mehî hebû, birîndar bû. Guleya ku li canê wê ket, bû sedema birîndarbûna wê. Gulcan a dibirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê, di rê de jiyana xwe jidest da. Zaroka 9 mehî ya di zikê wê de jî, digel hemû hewldanan, mir. Piştî bûyerê, Mehmet Nurî Sutçu û kesek ku nayê zanîn kî ye, hatin binçavkirin. Dozgeriyê der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir. Dema ku li mala Gulcan lêkolîn berdewam dikir, zaroka wê ya 3 salî ku sêwî ma, bêyî ku fam bike ka li derdora wî çi dibe, di nav malê de bi pêlîstokên xwe leyîst.
Piştî qetilkirina Gulcan, rayedarên Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Wanê (VAKASUM) jî çûn cihê bûyerê, ji şêniyên taxê û şahidên bûyerê agahî girtin. Rayedarên VAKASUM’ê diyar kirin ku qetilkirina jinê bi nefret şermezar dikin û dan zanîn ku dê bûyerê bişopînin.
(hp/xo)
