Li Stenbolê jinek hat qetil kirin

14:40

JINHA

STENBOL - Li Pendîka Stenbolê jina bi navê Ayşe Bîlgehan Uney ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetil kirin.

Li Stenbolê nêzî Pira Tersaneler a Pendîkê, kesê bi navê Hakan Uney (37) di wesayîtê de hevjîna xwe Ayşe Bîlgehan Uney (34) bi çek qetil kir. Hakan pişt re li polîsan geriya û xwe teslîm kir. Hate zanîn ku ev hevjîn ji bo dev ji hev berdin serî li dadgehê dane lê pişt re ji biryara xwe vegeriyane.

(rc)