ROJEVA 30 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:32

*Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer pêvajoya hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê nirxand. Tugba diyar kir ku divê pêvajoyê de reng û rola jinê pir giring e û wiha axivî: "Jin ji dîrokê heya niha her tim wek sembola aştiyê tên pênasekirin. Ji ber HDP ji bo aştiyê di nav tevgerê deyê, divê hilbijartinê de rola jinê pir giring e."

*Piştî îlankirina rêveberiya xweser polîsan êrîş bir ser gelê Surê. Gel li hember êrîşan li berxwe da û niha jî bi kedê kolektîf xaniyên ku ji ber pêvçûnan hilweşiya ye nûde avadikin. Welatiyên ku rastî êrîşê polîsan hatine dibêjin, "Hewldidin me ji vir bidin koç kirin. Em ê ji vir neçin. Eger camê me nîn be jî em ê bi naylonê camê çêkin û zivistana xwe biborînin. Kes nikare me ji warên me bide koç kirin."

* Rêvebirên Yekîtiya Star a bajarê Gerkê legê li ser gerîgiya 1'ê Mijdarê roja Kobanê a cîhanî de û hilbijartina HDP'ê de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku 1'ê Mijdarê roja hilbijartinê ye û gotin: "Azadkirina Kobanê bi berdêlên mezin ji cîhanê re bû mînak, serkeftina HDP'ê jî bi vê yekê girêdaye.

*Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê ya bajarê Hesekê Sureya Îlyas ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê axivî. Sureya got, "Ev hilbijartin dervî vîna gel cardin tê dubare kirin. Ji ber dewleta Tirkiyê vîna azad a gelan ne pejrand, çû hilbijartinek din. Tolê ji encama hilbijartina 7'ê Hezîranê digre. Lê di vê hilbijartinê de gel cardin wê AKP'ê bin bendavê de bihêle û gel bi ser bikevin."

* Parazvanê mafê mirovan û xwedî Xelata Aştî a Nobelê Adolfo Perez Esquivel, fîlozofê Amrîkî û zanyarê ziman Pspor Noam Chomsky û her wiha gelek kesên navdar yên cîhanê di 1'ê Mijdarê de bi bangê xwe roja Kobanê a Cîhanî îlan kirin. Ji wê rojê û pêve jî 1'ê Mijdarê wek roja Kobanê a Cîhanê tê zanîn.

*Jinên Erdîş ê diyar kirin ku hikumeta AKP'ê di îktîdariya 13'e salan de bi polîtîkayên xwe hewldide ku jin ji civakê dûr bix û wiha gotin: "Ji ber ku jin xebatê xwe bi alîgirê civakê dide meşandin ji bo hikûmeta AKP'ê weke tehlûke ye. Ji ber ku hikûmet takekesî difikire berdewamiya bîr û baweriya xwe dixwazin. Em jin jî hemberî bîr û baweri ya hikumetê ne."

*Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Dêrsim, diyar kir ku gel di 7'ê Hezîranê de ji bo parastina rêveberiya cewherî û vîna cewherî serkeftinek mezin bi dest xist û xwest di hilbijartina 1'e Mijdarê de jî vê serkeftinê xurttir bikin. Ayten, ji hilbijêrên ciwan xwest ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin.

*Her çiqas KCK'ê biryara bêçalakiyê dabe jî li Tirkiyê û Kurdistanê komkujiyên mezin tên kirin. Jinên ku her tim ji bo rawestandi mirinan li qadan in û bertek nîşanê komkujiyên tên kirin didi gotin ku rêya rawestandina mirinan serkeftina HDP'ê ye. Seroka Partiya Giştî ya EMEK'ê Şukran Dogan diyar kir ku armanca ne ew e ku AKP'ê ji hikûmetiyê derxin, armanc ew e ku AKP'ê hilweşînin.

*Piştî ku Kantona Kobanê ji çeteyan hat rizgar kirin, xebatê perwerdê a parastina cewherî didome. Bi beşdariya 32 jin ên Akedemiya Yekîtiya Star perwerdeya parastina cewherî hat dayîn.

*Derûnnas Şirîn Hûseyîn diyar kir ku li Herêma Federala Kurdistan ligel qeyrana aborî û siyasî, zêdebûna kuştina jinan, bandoriyek mezin li ser derûniya jinan kiriye û got, "Pirsgirêkê ku mêr nikare çareser bike, êşê wê jin û zarok dikşînin. Bê çaretiya mêr di nava mal ango xebat vedugere şîdetê li ser jinan."

*Li Navenda Çand û Huner a Cigerxwîyn û Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê kursên muzîk, sinema, weje û foklorê qeydên heyna nû dest pê kir.