Bi nêzikbûna hilbijartinê re planên qirêj

12:25

JINHA

ŞIRNEX - Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nahêle firmayên wek Can Diyarbakir û Oz Diyarbakir di deriyê Sinor yê İbrahîm Xelîl re derbas bibin. Kesên dixwazin werin Tirkiyê û dengê xwe bi kar bînin bilêtan nabînin û nikarin bên.

Hûkumeta Başûrê Kurdistanê ji Firmayê ku wek Can Diyarbakir û Oz Diyarbakirê re astengî derdixe û nahêle ku di deriyê sînor İbrahîm Xelîl de derbasî Tirkiyê bibin. Gelek rêwiyê ku dixwazin werin Tirkiyê û dengê xwe bi karbînin niha nikarin bên. Hate hînbûn ku hikûmetê ji fîrmayan re gotiye ‘Dosyayên we ne tamamin’ û bi vî aweyî pirsgirêk ji wan re derdixîne. Destûrmendê Can Diyarbakirê vê yekê pişt rast kirin û diyar kirin ku ew hewildidin vê pirsgirêkê di demek kurt de çareser bikin. Ev astengiyê ku bi nêzikbûna hilbijartinê re derketine pirsa hev karî û planên hikûmata AKP’ê û hikûmeta başûrê Kurdistanê tîne bîra mirovan.

(ma/rc)