ROJEVA 31 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:02

*Li şara Tuzla bi sedan malbatên Kurd 25 salin ligel têkoşîna jiyana zehmet cotkariyê dikin. Jinên ku rojê ji 12'e saetan zêdetir dixebitin diyar kirin ku ew rojê li beramberî kedên xwe 20-25 TL distînin û li hember bê mafiya ku li hember wan tê kirin raperînê dikin.

*Dayîka gerîlaya PKK'ê Eylem Atsak (Delîla Zerdest) a ku di 24'ê Îlona 2015'an de bi 18 rêhevalên xwe re li navçeya Şemzînana Colemergê di encama operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest da, qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê Eylem sembola azadiyê ye û zarokên wê li hember hêlka zilmê têkoşiyan.

*Cîgira Seroka Desteya Jin Emel Gewiriyê ji bo 1'ê Mijdarê roja cîhanî a Kobanê nirxandin kir û got:" kobanê di 1'ê Mijdarê de bû binketina pîlanin qirêj yê li ser gelên Rojava. Berxwdaniya Kobanê li hemberî hêza tarî bû destanek ji tevayî gelên cîhanê re."

*Jinên Mêrdinê ên ku dibêjin "Me tercîha deng dayînê kiriye, ji bo kesên ku bi kuştinan dixwazin deng bigrin cih ji wan re li vir nîne" diyar kirin ku ew ê wek hilbijartina 7'ê Hezîranê dê di 1'ê Mijdarê de jî dengê xwe bidin ê HD'ê.

*Nebîla Çîçek li hember qedexe û dorpêçên ser Surê wiha got: "Carnan li kulanan duruşme berzkirin jî hêz dide cîranên me. Dema ku kolanên din dengê çek û bombe hatibana, bi tilîlî û duruşmeyan me dengê xwe bilind dikir."

*Ji hilbijartinê re saet mane, di aliyê parastina sindoqan de parêzer amadekariyê dikin. Parêzerên jin diyar kirin ku ew di hilbijartinek qirîtîk re derbasdibin, ji bo wê jî dê weke parêzerên jin li her derê parastina sindoqan bikin.