ROJEVA 1 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:17

*Peymangeha Zanistên Perwerdehiya Şehîd Çiya a ku di 1'ê Îlonê de perwerdeya zimanê Kurdî daye despêkirin rastî eleqeyek mezin tê.

*Li Sêrtê ji ber ku qadên îstîhdama ji bo jinan tuneye, jinên Sêrtî li malên xwe beramberî 4 TL ya gûzan dişkînin.

*Gula civaknasiyê Mubeccel Belik Kiray gotiye: "Ez yekî li demboriyê dinêrim nînim. Di jiyana min de çî bûye bi hemû heyîna wê ve dipejirînim. Paşê ez bi vînê ve mijul nabim. Ji bo wê jî tiştên demboriyê li bîra min nayên."

*Ezgi Alan a ku ji hevserê xwe şideta derunî û fîzîkî dîtî niha jî ji bo zarokên xwe tekoşînê dide. Ezgi diyar kir ku wê bi biriyar dadgehê kurê xwe li gel xwe hêlaye û got: "Piştî doza berdanê 4 hefteyan mehmurên dewletê zaroka min ji min girtin birin gel hevserê minê berê û carekdinê venegerandin. Ez di derbarê polîs, pedegog û mehmuran de gilî dikim."

*Li gundê Reşiyê a navçeya Eskîfa Êlihê bi hinceta ku gelheyê kême binkeya tenduristiyê nîne. Niştecihên gund jî diyar kirin ku ji ber zivistanê nexweşî zêde dibin û riyê ku diçe nexweşxanê gelek xirab dibe. Niştecihên gund anîn ziman ku divê berî ku ji nexweşê mirov jiyana xwe ji dest bidin ev pirsgirêk bê çareser kirin.