MLKP Rojava. Em ê tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin

12:25

JINHA

ROJAVA - Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de cangoriyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn, gel hatin silavkirin Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wezîfeya roja îro, bi ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re xwedîderketina li şoreşa Rojava, li her derê tevlîbûna li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê ye. Her wiha divê hemû lîstikên qirêj ên emperyalîst û paşverûyên herêmê yên li hemberî Şoreşa Rojava ku di heman demê de şoreşa jinê ye, werin pûçkirin. Girîng e xwedî li vê şoreşa ku hêvî û coşê dide gelên cîhanê, bê derketin. Pêwîste ev agirê şoreşê li çar aliyên cîhanê were belavkirin."

(rc)