Li Sêrtê peywirdarên sindoqa hatin bin çavkirin

12:30

JINHA

SÊRT/MUŞ - Li Lîseya Sêrtê peywirdarê sindoqan Ahmet Destan û Kemal Beştaş hatin bin çav kirin. Serokê Şaredariya Milazgirdê ya berê M.Nûrî Balci hat bin çav kirin.

Hat zanîn ku li Lîse ya Sêrtê peywirdarê sindoqan du welati yê bi navê Ahmet Destan û Kemal Beştaş hatin bin çav kirin. Bi hinceta bin çav kirine Ahmet Destan û Kemal Beştaş birine Muduriyet a Ewlehi ya Sêrtê.

Serokê Şaredariya Milazgirdê ya berê M.Nûrî Balci û welatiyek bi navê Onder Engîn ku li Navça Milazgirt a Muşê ji bo dengê xwe bikar bînin çûne Dibistana Seretayî ya Ataturk ê ji aliyê polîsan de hatine bin çav kirin. Sedema bin çav kirinê ku ne hate zelalkirin her du kesan birine Muduriyêt a Ewlehî ya Navça Milezgirdê.

(ha/zt)