Li Cizîrê welatî ewlehiya sindoqan digirin
16:18
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê welatî ewlehiya sindoqên dengan digirin. Hevserokên Meclisa Gel ên ku lêgerina wan heye dema dengê xwe bi kar anîn gotin ku ew jiyanek di nav aşîtî û demokrasiyê de hêvî dikin.
Welatiyên Cizîrê derdora dibistana nobetê digrin û li dengê xwe xwedîderdikevin. Hevserokê Meclisa Bajêr Asya Yûksel û Mehmet Tunç ê ku lêgerîna wan heye jî çun ser sindoqê û dengê xwe bikaranîn. Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret jî bi hevseroka meclisa gel a bajêr re meşiyan heya dibistana li taxa Nurê. Dema hevserokên meclisê di taxa Nûrê de meşiyan gel eleqeyek mezin nîşn da, wan bi tîlîlî û çepikan pêşwazî kirin. Hevserokan bi hêviya demokrasî û aşitiyê dengê xwe bi kar anîn.
(ma/zt)
