Li Cizîrê welatî hemû li dengê xwe xwedî derdikevin û li benda encamê ne

19:07

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê welatî hemû li ser lingan rawestiyane li benda encamê dawiyê ne.

Li Cizîrê sandik yek yek tên vekirin. Welatî li dengê xwe xwedî derdikevin û heya adliyê diçin, polês jî bi wesayitên zirxî maşînê dengan di şopînin. Sekna gel ya ber edliyê didome. Heya niha di encamê sindoqên vebûne de HDP serkeftiye. Gelê Cizîrê car carnan bi fişekên hewayî pîroz dike û carnan jî aloziyê biçuk di nava gel û polîsan de derdikeve û polês bimbeyên gazê bi kartine. Li ber avahiya HDP'ê ji bo ku gel encamên hilbijartinê hînbibe perdeyek mezin hat dalaqandin wê di saetên pêş de encamê hilbijartinê li vir bên xuya kirin.

(ma/zt)