ROJEVA 2 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:30
*Ên ku herî zêde ji şer bandor dibin bê guman zarokin. Zarokên Şengalê ji bo derûniya wan a li hember ferman û şer derbas bibe daxweza dibistana zimanê dayîkê dikin. Bi 20 mamosteyên dildar di 11 karavanên ku kirine dibistan de 700 zarok li Şengalê perwerdehiya xwe dibîne.
*RJAK li başûrê Kurdistanê li beramberî hemû astengiyan xebatê xwe berdewam dike. RJAK a ku çavkanî ji fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan digre, hewl didin ku bi tevahî jinan re werin ba hev û li ser nasnameya jin xebatê xwe bimeşînin. Rêvebera RAJK'ê Banu Helepce destnîşan kir ku azadiya jin sembola berxwedanê ye û anî ziman ku jinên RAJK'ê bi vîn û hêza xwe a cewherî têkoşîn li hember polîtîkayên PDK'ê dide meşandin.
*Seroka Şaxa Komeleya Piştgiri ya Berendamên Jin a Enqerê Hatîce Kapûsûz anî ziman ku encama hilbijartinê ji pêvajo yê serbixwe nayê nirxandin û meclîsê de nûnerti ya jin kêm bûye ev jî kêmasîkî mezin derxe holê.
*Ekîba Bernama Nan û Gul a welatê dibinhişiyan de berxwedana jinan cîh girtî wiha gotin: "Em tekoşîna tevgera jinan di salên dawiyê de ji bo jiyanek bê şer û wekhev dibînin. Di nava hemû awayê tekoşînê de jin hene. Emê dayîna vê berdewam bikin. Emê pêvajoya hînbûnên jinan ên hînî jinên dinê dikin weke pêvajoyekê bigirin dest."
