ROJEVA 3 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Têkoşîna ku li gundê Derekoyê a li hember RES'ê berdewam dike, jinên gund ên ku mêşvaniyê dikin anîn ziman ku ji ber RES'ê wê dayî li mêşvaniyê bê. Cennet Sırma Meşem a ku mêşvaniyê dike wiha got: "Li gundê Derekoyê bi riyê RES'ê hewl didin dawî li mêşvaniyê bînin.
*Hatîce Yildirim a ku bi salaye li çiyayê Pîranê 18'e gihayê cûr bi cûr berev dike, debara xwe bi firotana gîhayan dike. Hatîce got: "Hemberî her tiştî dixwazin bidim nişandan ku jin vê çandê bi rê ve dibin."
*Hidayet Aydin a 58 salî bi hunera xwe rend dide kolanên Edeneyê. Hidayet dahata xwe ya aboriyê bi keda destê xwe bi taqiyan dike. Hidayet diyar kir ku dema jin bixwaze xwediyê hêzek wihaye ku dikare her karî bike.
*Eklîma Abî a ku tevî 6 keçên xwe têkoşîn li hember zîhniyeta mêr dide, li hember gotina 'Jin tena xwe maye' wiha bersiv da, "Jiyana me a niha bi hêza jin tê rêvebitin, jiyanek azad û bi rûmete."
