Li Mêrdînê 11 kes hatin bin çav kirin

12:12

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbîn û Şemrexê di sergirtinên malan de 11 kes hatin bin çav kirin.

Li navça Şemrex a Mêrdînê leşkeran saetên sere sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serde girtinên malan de hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan jî di navê de 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin bin çav kirin birine Qerekola Jendirmeyan a Navçeyê.

Li taxa Sitîlîlê ya navça Nisêbînê ya Mêrdînê bi dehan leşker bi maşîneyên zirxî di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtina malan de hemû alavên malan seru bin kirin. Di encama serdagirtina malan de welatiyên bi navê Sîdar Ayhan, Sultan Aydin, Adil Aydın, Saît Ozturk, Serkan Ay û karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Hamza Eldemir hatin binçavkirin. Sedema binçavkarinê nehat zanîn û ew birin Fermandariya Leşkerî ya Nisêbînê.

(ha/zt)