Li perava Stenbolê cenazeyê jinek hat dîtin

15:33

JINHA

STENBOL - Welatiyên li ber perava Yenîkapiya Stenbolê masî digirtin rastî cenazeyê jineke 25 salî hatin. Cenazeya ku nasnameyê wê ne diyar, rakirin Saziya Tipa Edlî.

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê welatiyên li ber perava Yenîkapiyê masî digirtin rastî cenazeyê jinekî hatin. Welatiyan agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Piştî cenazeyê jina ku tê payîn 25 salî ye û navê wê nayê zanîn ji deryayê derxistin. Hat zanîn ku li ser wê nasname tune ye û cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî.

Hat zanîn ku li ser bedena wê şopa derbê nahetiye dîtin. Tê gotin ku cenaze aydî jineke ji Sûriyeyê ye.

(rc)