ROJEVA 4 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

10:27

*Rêvebera Mala Jin Emîne Hesen Bozan derbarê xebatên xwe û zagonên jin ên li Kobanê de nirxandin kir. Emîne diyar kir ku zîhniyeta mêr naxweze jin xwe bi rêxistin bike û wiha got: "Bê guman zîhniyeta mêr vê yekê napejrîne û naxwaze Mala Jin di nava civakê de bi bandor be. Ji ber li hember xwe weke tehlûke dibîne."

*Hêza Parastina Civakê ên jin li bajarê Rimêlan pêşengiya ewlehiya dikin. Jinên ku parastinê bajarê xwe dikin wiha gotin: "Armanca me parastina bajare û xwedî li nirxên zarokên xwe ên ku di çeperan de şehîd ketine derketine."

*Parlemenerên jinên HDP'ê ku di dema nû de di parlementoyê de cihnegirtine diyar kirin ku dê ji derveyî meclisê di nava gel de tekoşîna xwe berdewam bikin. Parlementerên jin ên berê dan zanîn ku heya ser vê erdnîgariyê bi rêgezên azadiya jinê azadiya civakê bingeh bigirin û bi wî awayî dest bi xebatên xwe bikin.

* Li Amedê xebatkarê Karxaneya Melpa a çîkolatayê tevahî jinin.

*Dê doza JİTEM’ê ya ku tê de Cemal Temîzoz û Kamîl tên darizandin sibê bê dîtin. Parêzerê dozê diyar kir ku ew ji encamê bi fikare. Ji jinên ku xizmên wan hatine kuştin Şewqiye Arslan û Eyşe Keragoz behsa winda kirina hevserê xwe kirin û wiha gotin: "Em doza hestiyên xwe û edaletê dikin.”

*Gundê Reşiyê a ku bi jiyana xwe a komînal û dîrokî tê naskirin di salên 1990'an de bi hinceta şer û di roja îro de jî bi hinceta bendavan dixwazin vala bikin. Niştecihên gundê Reşiyê a girêday Heskîfê ku xwedî 400 gelheye ji axê venaqetin û di jiyana kolektîf de bi îsrarin. Jinan diyar kirin ku li gund parvekirinên wan komînale û wiha gotin: "Em wiha hînbûn û wiha dijîn. Jiyana me wisan bêhtir hêsan dibe."