Di êrîşên ser Colemêrgê de ciwanê bi navê Zeynel Kaya jiyana xwe jidest da
11:35
JINHA
COLEMÊRG - Li taxên Bîçer û Medrese yên Colemêrgê dengê teqîn û çekan bilind dibû. Di dema êrîşan de ciwanê bi navê Zeynel Kaya bi giranî birîndarbû û li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da.
Li taxên Bîçer û Medrese yên Colemêrgê di seatên êvarê de dengê teqîn û çekan dest pê kir. Piştî teqînan tîmên taybet bi wesayîtên zirxî sewqiyat kirin. Hate zanîn ku ji wesayîtên zirxî tax hatine gulebarankirin. Di dema gulebaranê de ciwanê bi navê Zeynel Kaya bi giranî birîndarbû. Li gel hemû mudaxeleyan jî Zeynel nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da. Cenazê Zeynel li Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê tê girtin.
(zyd/zt)
