Li Sêrtê 4 herêm weke herêmên qedexe hatin îlan kirin

11:39

JINHA

SÊRT - Walîtiya Sêrtê 4 herêmên navçeyên Dihê û Berwariyê di navbera 6-20'ê Mijdarê de wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" îlan kir.

Walîtiya Sêrtê 4 herêmên navçeyên Dihê û Berwariyê ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" îlan kir. Li gor daxuyaniya walitiyê herêmên ku hatine qedexekerin ev in: "Herêma Çirav a navçeya Dihê, navbera Taxa Dirîşka Eruh û Hîlelok, derdora Çiyayê Şeyhomer, navbera qereqolên Kêverok, Xarxur, Mêxes, Hosyan ên navçeya Berwariyê, riyên di navbera Kêverok û Xarxurê."

(zt)