Li ber dibistana mohrkirî gefa polîsan

16:16

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê Dibistana Seretayî ya Ferhat Kurtay ku hatibû mohr kirin, mamoste û xwendekar li ber dibistana mohrkirî xwestin dersê bibînin, polîsan gef li mamoste û zarokan kirin û gotin "Em ê êrîşê we bikin".

Li taxa Bahçelîevler a navça Qoser a Mêrdînê Dibistana Seretayî ya Ferhat Kurtay a ku perwerda Kurdî dide hate mohr kirin. Li ser vê yekê mamoste û xwendevan biryar girtin ku li ber dibistanê protesto bikin. Welatiyên li ber Nûnertiya Egitim-Sen a Qoserê kom bûn, heya ber dibistanê meşiyan. Li ber dibistana mohr kirî mamoste û xwendevan xwestin ders bikin, polîsan mamoste û xwendekaran "em ê êrîşê we bikin" gef kirin.

Li ser hevdîtina polîs û mamosteyan tu encam derneket. Parlementerê HDP'a Mêrdînê Gulser Yildirim daxuyaniyek kurt da û wiha got: "Gelê Kurd ji bo zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bike nikare dibistanek veke. Dema dibistan tên vekirin jî ji aliyê dewletê ve tê girtin. Êrîşên li ser dibistanê Kurda hikûmet peyama 'win nikarin tu maf talep bikin' bersiv dide me. Lê belê em tu carî dev ji maf û rûmeta xwe bernedin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

(ha/rc)