Li Îdirê jinek hat kuştin
17:48
JINHA
ÎDIR - li Îdirê jina bi navê Dîlber Akkûş ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêr ê hat kuştin.
Li îdirê kesê bi navê Ercan Akkuş (27) hevjîna xwe Dîlber Akkuş bi kêrê kuşt û birayê xwe Murat Akkuş jî bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyan, di seatên serê sibê de Ercan Akkuş di destê wî de kêr hebû bi gotina "Wê me bikujin, êrîşî me dikin", "Wê me hemûyan qir bikin" qîriya. Hevjîna wî li ser vê qîrînê ji hewl da hevjînê xwe aş bike. Ercan Akkuş kêra di destê xwe de li singa hevjîna xwe xist û dawiyê kêr li pişta birayê xwe Murat xist.
Murat bi halê xwe yê birîndarî alîkarî xwest. Dîlber û Murat bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirî. Li nexweşxaneyê ligel hemû hewldanên rizgarkirinê Dîlber jiyana xwe ji dest da. Mûrat jî li beşa lezgînî tê deramkirin. Piştî bûyerê Ercan Akkuş ji hêla polîsan ve hat binçavkirin.
(ha/rc)
