Li Farqînê hijmara kesên hatin qetilkirin gihişt 4'an

18:12

JINHA

AMED - Li Farqîna şer lê giranbûyî Engin Gezici yê 24 salî ji aliyê tîmên tayîbet ve hat qetilkirin. Dema ku kurê meta Engîn Îsmet Gezici xwest wî rizgar bike, ew jî giran birîndarbû û li Nexweşxana Amedê jiyana xwe jidest da.

Di qedexeya derketina kolanan a li navçeya Farqîna Amedê berdewam diki de Muslum Tayar û Sertip Polat jiyana xwe jidest da. Li Taxa Tekelê êrîş giran bûne, dema ku bavê 3 zarokan Engin Gezici yê 24 salî ji aliyê cadeyê derbasî aliyê dinê dibû hedef hat girtin û hat gulebarankirin. Dema ku kurê meta Engîn Îsmet Gezici xwest wî xilas bike ji aliyê polîsan ve hedef hat girtin û giran birîndar bû.

Dema ku ewlatiyan xwestin Engin Gezici yê hatî qetilkirin û kurê meta wî Îsmet Gezici yê giran birîndar bûyî ji erdê rakin ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin gulebarankirin. Dibin gulebaranê de welatiyan Engin û Îsmet rakirin Nexweşxana Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxeleya despêkê Îsmet Gezici rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Amedê. Dema ku Îsmet rakirin emelyatê hat zanîn ku hemû organên wiyên hindir parçe bûne. Di emelyatê de Îsmet nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da.

Li aliyê dinê hat hînbûn ku du tîmên tayîbet ser Cadeya Azizoglu birîndar bûn, ew rakirin Nexweşxana Dewletê ya Farqînê û paşê jî sewqî Amedê hatin kirin.

(şa-be/zt)