ROJEVA 5 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:03
*Sê jinên Kobanê bi armanca pêdiviyên jiyana xwe pêşwazî bikin dikan vekirin. Jinên Kobanê bang li tevahî jinan kirin ku ji hêzên xwe bawerbin û wiha gotin: "Her jinek dikare berpirsyariya jiyanê hilde ser milê xwe û rêvebibe.
*Jinên Wanî diyar kirin ku serkeftina AKP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê bigumane.
*Li gelek bajarên Kurdistanê xwerêvebirin hatie îlankirin û du roj berê Sêrtê jî xwerêvebirin îlan kir. Jinên Sêrtî diyar kirin ku xwerêvebirinê xwe dî derdikevin û bang li hemû jinan dikin ji bo xwe dî li xwerêvebirinê derkevin.
*Doç. Dr. Zeynep Kivilcim tabloya piştî hilbijartinan derketî holê nirxand. Zeynep diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rewşek derhiquqî hat jiyankirin. Zeynep dazanîn ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de polîtîkaya AKP'ê ya bi tirsê civak felc kirî serket.
*Şeniyên navçeya Surê yên ku ji ber şer û pêvçûnên bi îlankirina rêveberiya xweser re goç bûn cardin vegeriyan cihên xwe û got ku jiyan bi berxwedanê wate digire û dê ji bo azadiya xwe heya dawiyê bi têkoşînek mezin li ber xwe bidin. Jinên ku pêşengiya rêveberiya xweser dikin anî ziman ku bi gefên mirinê natirsin û ew her çi qas me bikûjin em ê li ber xwe bidin.
*Parlementera HDP'a Colemêrgê Selma Irmak destnîşan kir ku ew ê bi pêşnûmaya zagona bingehîn dawî li zîhniyeta meclîsê a zayendperestî û navendparêziyê bînin û got ku bi hêza jin wê pergala hey3ı bê guhertin.
* Li Rihayê du jinên bi gulebarana polîsan birîndarbûyîn hatine girtin. Her du jin 17 rojan di nexweşxanê de dibin çavan de hatine girtin. Paşê jî her du jin birine Emniyeta Muduriyeta Rihayê û li wê ji aliyê tîma ku tê gotin tîma DAIŞ'ê ye, ve rastî îskenca zayendî û êrîşên zayendî hatine. Jinên ku rastî îskenca hiş nagirin hatine dema ku sirgunî Girtîgeha Sincanê hatine kirin li wê tiştên ku jiyane vegotin. Jinan bang li sazî û dezgayên baldar kirin ku ji bo îskenca li ser girtiyên jinên siyasî têkevin nava tevgerê.
