Li Farqînê berxwedan mezin dibe

12:32

JINHA

AMED - Li Farqînê 3 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ligel ku li navçeyê qedexeya derketina kolanan heye jî gel derket kolanan û komkujî û êrîşan şermezar dike. Li navçeyê esnafan dikanên xwe venekirin û li taxên biryara qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin, ligel dengê teqîn û çekan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Farqînê" bilind dibin.

Li taxên Tekel, Konak û Mescîtê yên navçeya Farqînê ya Amedê 3 rojin qedexeya derketina kolanan heye û ligel vê biryarê êrîşên polîsan ên li hemberî gel bênavber berdewam dikin. Di nava 3 rojan de polîs û tîmên taybet li navçeyê 4 welatî qetil kirin û li hemberî êrîşên wan berxwedana gel her diçe mezin dibe. Welatiyên derketin kolanan ligel biryara qedexeya derketina kolanan xwestin êrîşên polîsan bi dawî bibin û polîs xwe paşve vekêşînin. Li taxên Tekel, Konak û Mescîtê êrîşên li hemberî gel zêde bûn û li hemberî êrîşan berxwedan berdewam dike û li taxan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Farqînê" û "Bijî Serok Apo" bilind dibin.

3 roje ku li ser kolanên Azîzoglu û Eskî Bîtlîsê bi dehan wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî hatin bicihkirin û li hemberî gel bi tanga êrîş kirin lê ji ber berxwedana gel hêj nikarin bikevin taxan. Welatiyan şevê li taxan tekereyên wesayîtan şewitandin û çalakiya deng derxistin lê dar xistin. Li taxên Tekel û Mescîdê diruşmê çalakiyên welatiyan esnafan jî dikanên xwe venekirin.

(ha/zt)