ROJEVA 6 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:12

*Hêza Parastina Jinên Sûryanî diyar kirin ku parastin ji bo her jinek pêdiviyek jiyaniye û bang li jinan kirin ku tevlî hêza parastinê bibin.

*Hilbijartina 1'ê Mijdarê a ku bi hîle û êrîş li Tirkiyê pêk hatî rastî bertekê jinan tê. Jinên bajarê Hesekê encama hilbijartina 1'ê Mijdarê nirxandin û gotin: "Ketina deng nabe asteng li pêşiya demokrasiyê. HDP'ê bi siyaset û rêgezên xwe ên ehlaqî wê demokrasiyê li tevahî civakê belav bike.

*Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku bi zanabûn dixwazin hişmendiyek a rêveberiyên cewherî dengê HDP'ê dane kêmkirin çêkin. Çaglar da zanîn ku kesên wiha dibêjin bila vegerin li Cizre, Farqîn, Nisêbîn, Lîce û Geverê binêrin.

*DEM-GÊNÇ bi dirûşma "Bi rêxistbûn, jiyana azad ava bikin" 29'ê Mijdarê de 1. Kongrê ya Asayî pêk bînin. Hatîce Dag bi lêv kir, li bendêne ku bi hezara xwendekar tevlî kongre bibin û derhakê kongirê de wiha agahî da: "Ji zanîngeha tava hilvere vê kongre ronî bike. Ji her welatî xwendewanên cûr bi cûr vê di kongre de amadebin û bang li hemû ciwanên welatperêz, çepgir û sosyalîst dikin ku tevlî kongre bibin."

* Bi piştgiriya Hevşaredara Erdîşê a girtî Dîba Keskîn û peyanera jinan Atolya Jin a Bûka Baranê ku vekiribûn, bi hilberîna bebeka potîn armanc dikin ku xwe bighînin tevahî cîhanê. Leyla Kesecî diyar kir ku armanca wan ji atolya yê domkirina çanda kevnare û aboriya jinan bi rêxistin kirine.