Li Xerpêtê nûçegihana DÎHA yê Nimet Olmez hat binçavkirin
17:34
Mijdar
6
/ 2015
JINHA
ENQERE - Nûçegihana DÎHA yê Nimet Olmez ji aliyê polîsan ve li Xerpêtê hate binçavkirin.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Nîmet Olmez li Xerpêtê hate binçavkirin. Li gorî agahiyan Nimet a ku li navenda Xerpêtê bi hevalên xwe re li loqanteyê xwarin dixwar ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. Hate hinbûn ku Nimet ji ber dosyayeke der barê wê de hatiye vekirin ji bo îfade bide hatiye binçavkirin dê derxînin dozgeriyê.
(zt)
