DİHA: Bila rojnamegerên girtî serbest bên berdan
22:18
JINHA
AMED - DİHA, zext û pêkutiyên li hemberî nûçegîhan û xebatkarên xwe şermezar kir. Edîtorê DÎHA'yê Erdogan Altan diyar kir ku ji roja ajans hatiye avakirin û heta niha zext ji ser wê kêm nebûne. Erdogan Altan, da zanîn ku berê rojnameger dihatin windakirin û kuştin û niha pênûsa wan ji destê wan digire û bi jidestgirtina pênûsê wan dikuje.
DÎHA'yê bi boneya zext û zordariyên li ser xwe şermezar bike, li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên KESK'ê, TZPKurdî, KURDÎ-DER û TUHAD-FED û Cemîyeta Rojnamegeran û gelek kesên din amade bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Bi kurdi edîtorê DÎHA'ê Erdogan Altan û bi tirkî Editorê DÎHA'yê Ali Buluş daxuyanî xwendin. Altan, diyar kir ku DÎHA, li ser dirûşmeya "Ji rastiyê tu car tawîz nadin" feraseta weşana xwe da rûniştandin û wiha got: "Ji roja DÎHA hate ava kirin û heta niha li hemberê hewildanên desthiladariya siyasî ku dixwaze "Dizaynkirina çapemeniyê" û hemû weşanan bikşîne ser xeta xwe, bi serbilindî derketiye. Em di vê baweriyê de ne ku bi nûçegihantiyek e bi bandor di xeta "Çapemeniya Azad" de di weşana kurdî û tirkî de ferasetek nû pêk anî. Ajansa me ji ber vê xetî esas girtiye, ji roja hatiye damezrandin heta niha bi pêkûtî, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ma ye. "
Di 3 salên dawî de zext zêde bûn
Erdogan Altan, da zanîn ku bi taybetî di 3 salên dawî de pêkûtiyên li ser çapemeniya kurd û mixalif herî zêde saziya me DÎHA rastî pêkûtiyan hatiye û wiha got: "Ji roja hatiye avakirin û vir ve bi dehan nûçegihanên me yên ku tenê karê wan nûçegihantiye û agahiyan ji aboneyên xwe re radigihîne hatine binçavkirin, rastî tundiyê, hatine astengkirin û girtin. Ajansa me ya ku polîtîkaya weşana xwe ne li gor rotaya ku desthiladariya siyasî kişandiye pêk tîne, rastiyan vekirî digihîjîne gel. Di hemû qadên gelemperî de tê astengkirin."
Erdogan Altan, anî ziman ku piştî serdegirtina saziyên çapemeniya kurd, di hemû operasyonên ku di bin navê "KCK" de tên kirin de nûçegihanên DÎHA jî tên binçavkirin û girtin û wiha berdewam kir:" Ya dawî jî di operasyona polîsan a li ser hemû saziyên kurd ên li Mêrsînê de, avêtin ser buroya me ya Mêrsînê, nûçegihanê me Ferhat Arslan hate binçavkirin. Arslan, piştî derxistin dadgehê serbest hate berdan, lê li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. Nûçegihanê me Arslan ku tenê karê wî şopandina nûçeyan e ji hêla dozgeriyê ve pirsên balkêş ên wek e "Çima tu diçî saziyên sivîl ên wek e BDP, ÎHD'ê, çima tu derheqê wan de nûçeyan çêdikî?" kir. Bi van pirsên qîrêt hate sûcdar kirin. Ev jî dide nîşandan ku nûçegihanên me di bin pêkûtiyên kêyfî û pêkûtiyên derveyê hiqûqê ya li ser ajansa me derketiye astek e çewa."
'Erdogan helwesta xwe ya li hemberî me aşkere kir'
Erdogan Altan, daxuyand ku Serokwezîr Erdogan di her daxuyanî û axaftinên xwe de ji bo rojnamegerên girtî dibêje "ji ber pîşeya xwe" di girtîgehê de nîn in û wiha lê zêde kir: "Erdogan herî dawî di kongreya partiya xwe de ajansa me jî di nav de gelek saziyên çapemeniya muxalîf nehilgirtin kongreyê û têkildarî vê yekê de jî got, "Ma em ne mecburin ku çapemeniya li hemberî me muxalefetê dike hilbigirin?" û ev yek jî nîşaneya welat bi kîjan matiqê tê revebirin."
'Hevalên me ji azadiya xwe bêpar in'
Erdogan Altan, da zanîn ku ji ber vê nêzîkahî û mantiqê bi dehan hempişeyên me di girtîgehan de ji pişeya xwe û azadiya xwe bê par in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin ku hevalên me yên rojnameger bêsûc in. Hemû kesên bi aqil û li vî welatî pişeya rojnamegeriyê dikin dizanin ku dema kar dikin weke endamtiya rêxistin û rêveberiya rêxistinê nayên sûcdarkirin. Lê hikûmeta weke hemû aliyên din ên civakî ji çapemeniyê jî dengên muxalîf naxwaze. Di salên 90’an de hevalên me li nava kolanan dihatin qetilkirin û dihatin revandin û dengê çapemeniya azadî dixwastin qut bikin. Îro jî bi heman mantiqê lê bi rêbaza girtinê dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin. Lê em baş dizanin ku di navbera her du nêrîn û rêbazê de tu cudahî tuneye. Dema ji destê rojnameger pênus bê girtin û rastiyan nenivîse ji bo rojnamegerekî ev yek ji mirinê xerabtir e. Ji ber vê yekê jî pêkanîna hikûmet dike komkujî û cînayetek e."
Erdogan Altan, destnîşan kir ku wekî xebatkarên DÎHA'yê van pêkanînan red dikin û dest ji rastiyan bernadin û dê her tim mafê agahdariya azad a gel her tim biparêzerin. Erdogan Altan, anî zimam ku herî dawî Nûçegihanê Ajansa DÎHA Ferhat Arslan hate girtin gritina Ferhat Aslan şermezar kir.Ferhat Aslan xwest hemû xebatkarên çapemeniyê serbest bên berdan.
Navê nûçegîhan û editorê DÎHA'yê yê girtî wiha ne:
1- ZÛHAL TEKÎNER: Seroka Lijneya Rêvber a DİHA'yê di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
2- ABDÛLLAH ÇETÎN: Nûçegihanê Misircê ya DÎHA'yê, di 16'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
3- RAMAZAN PEKGOZ: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
4- MAZLÛM OZDEMÎR: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an de hate girtin.
5- ERTÛŞ BOZKÛRT: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
6- KENAN KIRKAYA: Nûnerê Enqerê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
7- FATMA KOÇAK: Midura Karên Nivîsan a DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
8- SEMÎHA ALANKÛŞ: Edîtorê DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
9- SADIK TOPALOGLÛ: Nûçegîhanê Rihayê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
10- ÇAGDAŞ KAPLAN: Nûçegîhanê Stenbolê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
11- OMER ÇELÎK: Nûçegihanê Stenbolê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
12- PERVÎN YERLÎKAYA: Hesabgira DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
13- NÎLGUN YILDIZ: Nûçegihana Mêrdînê ya DÎHA'yê, di 24'ê Kanûnê 2011'an hate girtin.
14- ŞAHABETTÎN DEMÎR: Nûçegihanê Wanê ya DÎHA'yê, di 9'ê Tîrmehê 2012'an de hate girtin.
15- FAYSAL TUNÇ: Nûçegîhanê Şirnexê ya DÎHA'yê, di meha Nîsan a sala 2007'an de hate girtin.
16- SÎNAN AYGUL: Nûçegîhanê Bedlîsê ya DÎHA'yê, di 23'ê Çileyê 2011'an hate girtin.
17- AHMET AKYOL: Nûçegîhanê Edenê ya DÎHA'yê di 9'ê Gulanê 2011'an hate girtin.
18- GULSEN ASLAN: Nûçegihana Êlihê ya DÎHA'yê, di 21'ê Sibatê 2012'an de hate girtin.
19- OZLEM AGÛŞ: Nûçegihana Edenê ya DÎHA'yê, di 6'ê Adarê 2012'an hate girtin.
20- FERHAT ARSLAN: Nûçegihanê Mêrsînê ya DÎHA'yê, di 5'ê Çotmeha 2012'an de hate girtin.
Wene: Zehra DOGAN
(zd/hp/me)

