ROJEVA 7 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:08
*Berxwedana Şervanên YPJ'ê li çeperên başûrê rojhilata bajarê Hesekê berdewam dike. Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku tevî Hêza Demokratîk a Sûriyê ew ê tevahî axê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.
*Di bingeha Meclîsa EKO-GENÇ 'a Wanê de ji bo aboriya jinê xebatên "Komîna Jinê" hat avakirin û jin aboriya xwe bi hunerên destan bi dest dixin. Endama EKO-GENÇ'ê û pêşenga Komîna Jinê Sîbel Onal qala Komîna Jinê kir û diyar kir ku dê êdî jin keda destê xwe aboriya xwe bikin.
*Asya Yuksel bertek nîşanî beratkirina 8 kujerên endamê JİTEM’ê da û diyar kir ku ev biryar bê edaletiya Tirkiyê derdixe holê û ev tişt got: "Bi vê biryarê li kirinên salên 1990’an xwedî derdikevin û bi vegera van salan gef li gel dixwin. Vê biryarê carakadin nişanê me de ku rêveberiyên xweser çiqas pêwist û rewane.”
*Jinên Wanê bertek nîşanî operasyonên leşkerî ên li herêma Kurdistanê dan û diyar kirin ku berpirsyarê hemû qeyarana ku tê jîn AKP'ê ye. Jinan wiha gotin, "Li hember her êrîşê têkoşîna me dê bidome. Em ê tu carî dengê xwe nedin Erdogan."
*Hevseroka DÎK'ê û parlementera HDP'a Stenbolê Huda Kaya anî ziman ku ji bo komxebata jinan mijarê tekoşîn û jinên rêxistinî program amade kirine û derhakê komxebata jinan de wiha agahî da: "Me mijarê giringiya zimanê zikmakî, dirokê de baweriya olî, jin û ked diyar kir. Armanca kongra 2. qala pêşketina rojhilatanavîn, şîdeta hemberî jinê û mijara Kerbelayê bi civakê re parve bikin."
*Gelê Cizîrê bi armanca ku piştgirî bidin gelê Farqînê rêya Hevrîşimê girt, li taxên Yafes, Nûr û Sûrê meş li darxist û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Gel di çalakiya de dûrişmên “Farqîn berxwe bide Cizîr bi te re ye” berz kirin.
