ROJEVA 8 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:02

*Bi salaye ku şerê li Kurdistanê diqewme herî zêde li ser zarokan bandor kiriye. Mînakê dikarin ku ev 5 roje li Farqînê derketina qedexekirina kolana heye bidin. Zarokan ku ji şer dûr bixin di xevn û xeyalê zarokan de jî ne mimkune.

*Girêdayî doza Cizîrê ya di salên 90'an de 21 sivîlan jiyana xwe jidest dayî di navê de Albay Cemal Temizoz jî heyî 8 endamên JİTEM'ê hatin beratkirin, parêzera dozê Emel atakturk daxuyanî da û got: "Darazên ceza yên li Tirkiyê bi civakê re nayê ru bi ru kirin. Bê cezabûn ji destan tê dayîna destan. Bê cezabûn weke mîrasekê tê dewirgirtin, daraz jî li ruyê deshilatiya siyasî dinêrin û wiha biriyarê dide."

*Piştî êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kantona Kobanê gelek welatî neçar man ji bajêr koçî Tirkiyê, başûrê Kurdistan û bajarên cuda cuda bikin. Zelîxa Mihemed tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe dibêje, "Eger mirinek hebe bila li ser axê welatê min be."