Li Başurê Kurdistanê di nav 6 mehande 182 jin hatine qetilkirin
13:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê di nava 6 mehên derbaz bûyî de li Dihok, Germiyan, Hewlêr û Silêmaniyê 65 jin rastî dest dirêjiyê hatine. Li gorî raporê di 6 mehan de 28 jin hatine qetil kirin û 33 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne.
Li gorî rapora ji aliyê Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin. Di nava 6 mehên derbasbûyî de li Hewlêr 12 jinan dawî li jiyana xwe aniye û 12 jî hatine qetil kirin. 41 jin şewitîne, 22 jinan xwe şewitandine, 3 jin rastî destdirêjiyê hatine û 1255 gilîkirin hatine qeyîd kirin.
Di raporê de tê destnîşan kirin ku, li Silêmaniyê 6 jin hatine qetilkirin, 11 jinan dawî li jiyana xwe anine, 24 jin şewitîne, 17 jinan xwe şewitandîne, 29 jin rastî destdirêjiyê hatine û li dadgehan 616 gilîkirin hatine qeyîdkirin.
Li gorî raporê li Dihokê jî 4 jin hatine qetil kirin, 8 jinan dawî li jiyana xwe anine, 23 jin şewitîne û 10 jinan xwe şewitandine, 21 jin rastî destdirêjiyê û tundiyê hatine û li dadgehan jî 964 gilîkirin hatine qeyîdkirin.
Li gorî rapora Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê li Germiyan jî 6 jin hatine qetil kirin, 2 jinan dawî li jiyana xwe aniye, 7 şewitîne, 8 jinan xwe şewitandîne, 12 jin rastî destdirêjiyê hatine û li dadgehan 440 gilîkirin hatine qeyîdkirin.
(şb/zt)
