ROJEVA 9 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

11:01

*Di polek a perwerda Şaxa KURDİ-DER'a Colemêrgê de malbatek heye. Malbata Dayîk laz, bav kurd bi du zarokên xwe re di heman polê de perwerda zimanê kurdî dibînin.

*Bi taybetî gîhaya Gulhesil (Cîvanperçemî,Kandîl çîçegî)ji nexweşînên jina re pir başe.

* Girtiyê Siyasî a Kurd Zeynep Celaliyan bi hinceta ku endama PJAK'ê ye biryarê îdamê hat dayîn û piştre biryar veguherî girtina mûebet. Rewşa tenduristiya Zeynep her ku diçe girantir dibe û neyê derman kirin.

*Rêvebera Çand û Hûnerê a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid derbarê êrîşên hikûmeta AKP'ê nirxandin kir û wiha got "Bingeha polîtîkayên AKP'ê ji salên borî digre. Aştî, wekhevî bi hikûmeta AKP'ê re nayê kirin."em bi temamî êrîşin hokûmeta

*Parlementera HDP'ê a Stenbolê Pervîn Bûldann diyar kir ku li Tirkiye di sala 90'de cinayetên faile kiryarên van ne diyare û înfazê bê dadê dihate kirin. Lê belê di 13'e sal îktîdariya AKP'ê de ser biryara devlet û hikumetê cinayetên 'faîl diyarin' tê kirin.Pervîn bal kişand ku îro li Kurdistanê biryarê qedexekirina kolana tê dayîn, dewla Torosê spî de panzer û wesayitên akrep kesên sivîl qetil dikin û wiha domand; "me dît ku ev 20 sale tu tişkî ne guheriye. Bi Torosê spî gelê Kurd tê tehdit kirin, piştre JiTEM'ci ya ji girtigeha azad dikin. Ev jî tê vê watê ku li Tirkiyê ji aliyê dewletê de cinayetên faîlê kiryarên wan ne diyarin û înfaz vê berdewam bikin.

*Li Cizîrê Zeynep Y., a ku ji ber li hemberî zewacê derketiye 6 mehan di malê de hatiye girtin û şideta fîzîkî dîtiye, ji aliyê hêzên parastina cewherî ve ji şeva zewacê hat xelaskirin.