Jin pirsgirêkên xwe li Komîteyên Edaleta Civakî çareser dikin

13:49

JINHA


HESEKÊ- Komîteya Lihevhatin û Edaleta Civakî ya girêdayî Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê li bajarê Hesekê di salekê de 144 dozên jinan çareser kirine.


Endamên Komîteya Lihevhatin û Edaleta Civakî ya girêdyî Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê li Bajarê Hesekê diyar kirin ku di sala 2013`an de bi giştî 207 dozên girêdayî jinan gihiştine ber destê wan. Komîteyê da zanîn ku wan di salekê de 144 doz li gorî zagon û pîvanên civakî û exlaqî çareser kirine.


Li gorî Komîteyê wan heta niha 100 dozên derbarê nakokiyên navmalî, 5 dozên mîratê, 11 dozên berdana jina û dozeke derbarê bazirganiya jinan jî çareser kirine. Her wiha hate zanîn ku wan 24 doz radestî Dadgeha Gel, 14 doz radestî Asayîşa Jinê û 12 doz jî radestî Komîteya Biratiya Gelan kirine.


Rayadarên Komîteyê diyar kir ku ew destpêkê dozên ku têne ber destên wan lêkolîn dikin û piştî ku li herdû aliyên dozê guhdar dikin, li gorî pîvan û exlaqên civakî dozan çareser dikin. Endamên komîteya doza jina bi navê N.M ku hevjînê wê bi çakûçê lêxistibû, destên wê mêx kiribûn û zarokên wê jê sitandibûn wek mînak anîn ziman û diyar kirin ku wan doz çareser kirine û zarokên jinê lê vegerandine.


Rêvebira Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê a bajarê Hesekê Zeyneb Abdela diyar kir ku piraniya dozen ku têne navenda wan yên nakokiyên navmalî, mîrat, berdana jinan û nakokiyên din yên civakî ne.


Abdela diyar kir ku ew hewil didin pirsgirêkên jinan çareser bikin, rê li pêşiya tundiya li dijî jinan bigrin û mafên wan biparêzin. Abdela da zanîn ku ew her wiha li Navendê jinan di hêlên zanist û ramanê de perwerde bikin


Zeyneb Abdela diyar kir ku gelek jinên bajarê Hesekê yên ji hemû pêkhateyan serî li navenda wan didin û pirsgirêkên xwe ji wan re dibêjin.


 


(zd)