ROJEVA 10 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:24

*Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku di vê pêvajoya pirsgirêka kurd li ber çareseriyê de ye, gava herî girîng bê avêtin, berdewamkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re ye. Pervîn Buldan, bal kişand ser nûçeyên wekî, "Ji vê pêvajoyê û şûnde HDP û Ocalan dê nava çareseriyê de cih negire" û wiha got: "Dibe ku AKP dest ji pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkê berdabe."

*Endama KJK'ê Dr. Jiyan Garzan di derbarê encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nirxandin kir û got; "Tirkiye di 1'ê Mijdar'ê û vir de ne bi xwe ye, ji ber ku biya hin kesên din dike. Tirkiye girêdayî qesrê ye û qesr jî girêdayî hin kesa ye. Pêwîste ku gelên Tirkiyê vê yekê bizane û baş bixwîne."

*Surê ku di hedefa êrîşa polîsan de ye herî zêde zarok pê bandor dibin. Zarokê bi navê M.D diyar kir ku ji ber êrîşa polîsan ew gelek ditirse û nexweş ketiye û wiha dibêje; "Ez êdî ji wan heznakim."

* Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê di 10-15'ê Mijdarê de dest pê dike. Rojên fîlman a ku bêhtir dê fîlmên berxwedanê bên pêşandan diyarî Yaşar Kemal hate kirin. Di mîhrîcanê de gelek fîlmên jinan cih girtin. Nûnera Navenda Çand û Hunera Nûda Salîha Ayata diyar kir ku jin sembola berxwedanê ne ji bo wê jî pêdivî hewceye filîmên berxwedana jinan bên nîşandan.