ROJEVA 11 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:14
*Di şopa dîrokê de xwişkên Mîrabal… Ger xwişkên Mîrabal ne hatibana qetil kirin jî dê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî hebana lê jinên ku mîrasê dewr girtine bi bîranîna xwişkên Mîrabal berxwedana jinê ya li hemberî hişmendiya mêr nîşanî mêran didin.
*Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqij kirin, vegera welatiyan zêde bûye. Jinên Kantona Kobanê ji bo ku aboriya jiyanê pêşwazî bikin derfetên jiyanê avadikin. Narîn Hamîle piştî vegera xwe qimaşê cilan difroşe û debara jiyana xwe dike. Narîn wiha dibêje, "Li hember astengî û kevneşopiyên civakî ez têkoşîna xwe berdewam dikim."
*Mala Jin a bajarê Dirbêsiyê di 6 heyvan de bu navenda çareseriya pirsgirêka civak û jin. Rêvebera Mala Jin Şemsa Ferhad derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got, "Em bi xebatên xwe hewl didin têkoşîna jinan bilind bikin."
*Girtiyên PAJK'ê di derbarê tima ku tê gotin tima DAIŞ'ê ye li Muduriyeta polîsan a Rihayê îskenca zayendî li jinên girtî kirine daxuyanî da û gotin: "Emê di derbarê Şaxa TEM ya polîsan a Emniyeta Muduriyeta Navenda Rihayê de serlêdana suc li Serdozgerê Komarê yê Rihayê û Wezîrê Dadê bikin. Ji bo xwedîderketinê em bang li hemû rêxistinên jinan û saziyên mafê mirovan dikin ku bikevin nava tevgerê."
