Fîlmên ensestê aşkera dikin di Mîhrîcana Fîlmên Jinan de ne

11:28

 


Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Süpürge ya ku par bi fîlmê bi navê "Atlı Karınca (Sarsarok)" ê Îlksan Başarir, ê ku di nava malbatê  de destdirêjiya zayendî anîbû rojevê, îsal jî bi 3 fîlman trajediya di nav malan de ye, ji hundir derdixe û rêya nîqaşê lê vedike.


Ensest, yak ji van êrîşên herî tirsnak ên li hemberî mafên bingehîn ên mirovan ku bi peymanên navneteweyî tên parastin e. Fîlmên ku bi karê ensest a di qozeya tabûya civakê de bi hesasiyetê tê parastin- bi ravekirineke rasttir ‘destdirêjî û destavêtina zayendî ya nav malbatê’- dilîzin, di salên dawî de li pey hev tên pêşberî temaşevanan. Fîlm, cîh didin çîrokên ku hêza wan têrî rakirina perdeya li ser rastiyan dike. Bi vî awayî, riz deşîfre dibin. Uçan Süpürge, hêza qezenckirina ferqkirina pirsgirêkên civakî yên sînemayê, dizane. Uçan Süpürge, îsal jî, di mîhrîcanê de bi mînakên balkêş, li piştguhkirin, sersarî û şîdeta ku encameke newekheviya civakî ye, dinhêre.


Mîhricana Fîlmen Jinan a Navneteweyî ya 15’emîn a Uçan Süpürgeyê, di navbera 10-17 'ê gulané de, li Enqerê wê pêk bê. Di beşa bi sernavê “Olay Yeri: Aile (Cihê Bûyerê Malbat) a ji 8 fîlman pêk tê de, 3 fîlmên mijara wan ensest e, derdikevin pêş.


Fîlmê yekem, Belgefîlmeke bi navê "Yuva (Hêlîn)" e. Fîlm, ji ber nûçeya rojnameyek hatiye kişandin. Şahidiya tiştên ku jin û mêrên rastî destdirêjî û destavêtina xizmên xwe hatine dijîn, dike.


Ensest a ku heta demeke nêz nikaribû bikeve nav lêkolînên berfireh jî, awayekî îstismarê yê ku di yekîtiya ‘malbatê’ ya ku hebûna xwe bi pîroziyê temam dike de, herî zêde hatiye veşartin e. Li gorî daneyan, ji nîvî zêdetirê êrîşkarên ensestê, bavê helal in. Ev jî, girîngiya bûyerê datîne holê. Her wiha, di guhê me de dibêje li herî nêzê xwe li îstismarvanan bigerin. Lêkolîn, nîşan didin ku hejmara jinên ji ber penceşêrê an jî qezayên trafîkê dimirin, ji hejmara jinên bûne mexdûrên îstismar û destdirêjiya zayendî ya nav malbatî, kêmtir e.


Di mîhrîcanê de gelek mijarên bingeha wan zayendî ye, yên wekî bûkên zarok û şîdeta nav malbatê, cî digirin. Fîlmeke din ê ku di mîhrîcanê de cih digre jî, kurtefîlmê li Îngîlîstanê hatiye çêkirin, ê bi navê “Jiyana Pitikekê” ye. Derhêner di fîlm de, trajediya keçika 9 salî, ya ku her wekî di nav malbatê de mîna prensesê dijî, tenê di nav çend xulekan de bicih kiriye. Derhêner bi vî awayî, destnîşan dike ku sûcên nav malbatî ne tenê di nav malbatên xizan û bêpar de pêk tên, dikare bibe meseleya hemû qismên civakê.


Fîlmên ku rastiya li pişt tabloya malbata kêfxweş de derdixin holê, malbata ku her tim bi pîroziya xwe di mêjiyê me de tên bicihkirin, tenê ev fîlm nînin. Di Mîhricana Fîlmen Jinan a Navneteweyî ya Uçan Süpürgeyê de, belgefîlmeke pir bi bandor jî heye. "Lîmonlu Kahve (Qehweya bi Leymûn)  Fîlmê ku cîh dide qetên ji jiyana 5 jinên ku karkeriya seksê dikin, destdirêjî û destavêtina nav malbatî ya ku jin hê di zarokatiya xwe de lê rast hatine, wekî aliyê veşarî yê travmatîk digre dest. Wateya qehweya bi leymûn ku fîlm navê xwe jê girtiye jî, yek ji van jinan di guhê me de bi dizî dibêje.


Di beşa bi sernavê "Olay Yeri:Aile" de, her wiha binpêkirinên mafan ên bûkên zarok dijîn, bi çîrokên rastîn tên vegotin. Fîlm, dê balê bikşîne ser vê pirsgirêka kurewî.


Werger: Koma Gulên Xatûn


(hp/xo)