ROJEVA 12 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:38

*13'ê Mijdarê salvegera şewitandina Sînemaya Amudê a ku têde 300 zarokan jiyanan xwe jidest dayiye. Di derbarê bûyerê de Dayîka Nora Îbrahîm wiha got: "Ew roj li ser serê me bû weke roja qiyametê. Qêrîn û hewara mirovan biser bajarê Amudê diket."

*Di sala borî de li hemû parzemînê cîhanê jinan rêxistinên xwe avakirin, xwedî li rêgezên xweparastina cewherî derketin û xwedî li jiyana xwe derketin. Ji 200 hezar jinên ku li Arjantînê yên kul i hemberî qetlîamên jinan derketin kolanan heta têkoşîna jinan a ji bo azad kirina Ferhunde ya li Afkanîstanê jin li hemberî terora zilaman li ber xwe didin.

*Jinên kurd ên ku di sala 2014'an de li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê ketin şer û bi lehengî liberxwedan ketin rojeva cihanê. Niha jî derhener û hunermendan vê berxwedana bêhempa bi berheman nemîr dikin. Derhenerê kurd Veysel Altay a ku bi belgefîlma bi navê 'Nû Jîn' berxwedana jinan ya li hember çeteyan raxist ber çavan. Veysel diyar kir ku jinên kurd bi berxwedanek mezin li Rojavayê Kurdistanê jiyanek nû dan avakirin.

* Parlementera CHP'ê ya İzmirê Zeynep Altıok got: “Şideta 1'ê Mijdarê hatî despêkirin divê zu bidawî bibe. Divê komisyonek di meclisê de bê avakirin. Divê dorpêça Farqînê bidawî bibe. Em naxwazin Roboskiyek din û Cizîrek dinê bijîn."