Şervanên heya Çemê Zer derbaskirin ber bi navenda Şengalê ve diçin
10:58
JINHA
ŞENGAL - Hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ û YPJ'ê ketin gundê Çemê Zer ê dikeve aliyê ketina Şengala ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî dagirkirin. Operasona ku pêşmerge jî tevlîbûyî berdewam dike.
Operasona di çarçoveya "Hamleya Rizgariya Şengalê" ku hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ û YPJ'ê dayî despêkirin de berdewam dike. Operasona ku pêşmerge jî beşdarbûyîn berdewam dike. Serê sibê operason gihişt gundê Çemê Zer ê di ketina Şengalê de cîh digire. Ji serê sibê ve di gund de şer berdewam dike.
Şervan ber bi Şengalê ve diçin Herêma Şilo ya dikeve Rojavayê Şengalê jî kete bindestê hêzên HPG û YBŞ'ê.
(zt)
