Dê Amed ji bo Farqînê bimeşe

12:40

JINHA

AMED - Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo şermezarkirina pêkanînên rêveberiya awerte ya li Farqînê û piştgiriyê bidin berxwedana gel dê meşê li dar bixe û ji bo tevlibûna meşê bang li hemû welatiyan kir.

Li Amedê rêxistina DBP'ê ji bo şerzerakirina pêkanînên rêveberiya awarte ya li navçeya Farqînê ku ev 10 roj in berdewam dike û piştgiriyê bide gelê Farqînê li bajar meşeke li dar dixe. DBP'ê têkîldarî mijarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de hate gotin ku saet di 13.00'an de li navçeyên Yenîşehîr, Rezan û Peyasê li ber rêxistinên DBP'ê yên navçeyê kom bibin û ber bi avahiya rêxistina bajar ve bimeşin, piştre jî heta Parka Koşuyoluyê meşê li dar bixin. DBP'ê ji bo tevlibûna meşê bang kir û bal kişand li ser girîngiya berxwedana Farqînê ya ji bo gelê Kurdistanê.

(zt)