Jinên Hezexê bernama xwe ya 25 Mijdarê eşkerekirin
14:46
JINHA
ŞIRNEX – Jinên Hezexê bernama çalakiyên di çarveya 25’ê Mijdarê de bên kirin eşkere kirin. Li gorî bernamê wê jin 15'ê Mijdarê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê protesto bikin.
Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Lidijî Tundiya Lihember Jinan bi şiara “Tundiya li hember jinê birdoziye xweparastina cewheri rewa ye" tên li darxistin. Jinan di çarçova xebatên vê rojê de li navçeya Hezexa Şirnexê civin pêk anî. Jinên Hezexê bi armanca ku bernama 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Lidijî Jinan diyar bikin civîyan. Berdevka Meclisa Jinê, Hevserokên DBP û HDP û ji gelek saziyên sivîl jin tevlî civînê bûn. Di civîna ku bi deqyek rêz girtin despê kir de jinan ser giringî û wateya 25’ê Mijdarê niqaş kirin. Jinan diyar kir ku deshilatdariya mêr jiyana jinê teng dike û biryara xurt kirina têkoşîna li hember pergala baviksalariyê dan.
‘Tecrida li hember Abdullah Ocalan tundiya li hember jinê ye”
Jinan di niqaşên xwe de desnişan kir ku tecrida li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tundiya li hember jinê ye jî. Jinan di çarçoveya çalakiyê 25’ê Mijdarê de biryara meşa ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Jinan piştî civînê bi daxuyeniyek bernama çalakiyên xwe yên ku di çarçova 25 Mijdarê de pêk bînin eşkere kirin. Li ser navê jinan Songul Tezer axivî û diyar kir ku ji bo wan 25 ‘ê Mijdarê gelek watedare û wiha axivî: "Deshilatdar di şeran de her tim zirarê didin jinan dixwazin jinan ji holê rakin û xwestekên xwe bi rehetî pêk bînin. Emê jî li hember tûndiyê 25 mijdarê meşek girseyî pêk bînin û em êdî naxwazin li tu dera cîhanê tundî li ser jinê bê meşandinê û jin xwe ser bimîne." Songul da zanîn ku wê roja 25 Mijdarê piştî meşê Navenda Şêwirmendiyê “Silav Zinarin” bê vekirin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Em bang li hemû jinên Hezexê dikin da ku tevlî vê bernamê bibin.”
Daxwiyanî bi durişmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
bernama çalakiyên jinan wihaye;
15’ê mijdarê seet di 12.00 de wê bi pêşengtiya KJA’ê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê bê pirotesto kirin.
24’ê Mijdarê ji belevokê ku di derheqê mafê jinan de û li ser tundiyê jinê agahdar dike bên belav kirin.
25 mijdarê wê jin li Parka Aşitiyê bi civin û bi meşin piştî meşê wê navenda şêwirmendiya jinê Silav Zinarin bê vekirin.
(ma/zt)
