Hêzên Parastinê ketin Şengalê

16:23

JINHA

ŞENGAL - Di roja despêkê ya operasona rizgarkirina Şengalê de Hêzên Parastinê ketin nava Şengalê.

Di roja despêkê ya hamleya azadiya Şengalê de nûçeyên mizgîniya azadiya Şengalê hatin. Dibin banê Fermandariya Hevbeş a Êzidîxanê de hêzên HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengal beşdarî hemaleya azadiya Şengalê bûn û di roja despêkê de ketin navenda Şengalê.

Hêzên gerila li Taxên Hayr Nasir, Berbi Roj û Sitî Zeynep xwe bicîh kirin û bi çeteyên DAIŞ'ê re ketin nava şerek giran. Hêzên girêdayî Fermandariya Hevbeş a Êzidîxanê aliyê Rojhilatê Şengalê jî girtin û ber bi pêş diçin. Hêzên pêşmergên PDK'ê jî ji aliyê Rojavayê Şengalê de tên û Solak girtin. Hêzên pêşmerge yên ber bi Şengalê de tên fabrîqeya çîmento ya dikeve rojavayê Şengalê jî girtin.

(ta/zt)