ROJEVA 13 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:09
*Cîgira Seroka Navenda CHP'ê ya Stenbolê Hatice Almaca diyar kir ku li şona rawestanê bila muxalîf ji bo Farqînê aliyê rojavayê Tirkiyê rake ser piyan. Endama Komeleya Vicdani Ret û yek ji avakara Navenda Lêkolîn û Perwerdê ya Bêşidetiyê Hulya Uçpinar jî da zanîn ku bi berjengên 'dijminiyê' li herêmê ti rewatiya êrîşên tên kirin nîne.
*Dayîka 4 zarokan Nesrîn Şengalî di dawiya qirkirin û êrîşên çeteyan ser Şengalê de rizgarbûye. Nesrîn banga tevlîbûna nava refên YPJ'ê li hemû jinên Êzidî kir û got: "Dema ku em birêxistinbana dê jinên Êzidî nehatana revandin."
*Çîlem, Nevîn, Yasemîn... ew "jinên ku ji bo wan kêr gihiştiye hestî ne." Wekî ku Çîlem jî gotiye; 'Ma dê her tim jin bên qetilkirin. Bila hinek zilam jî bimirin' jinên ku qîr dikin. We jinên ku dibêjin; 'Ez ê ji nûve dayik bibûma dema dihizirîn ku ez mirîme."
