Dengbêjên Colemêrgê qetlîama Farqînê şermezar kirin

09:36

JINHA

COLEMÊRG – Dengbêjên Navande Çand û Hûnera Feqiyê Teyran ya Colemergê ji bo êrîşa Farqî şermezar bikin û berxwedana gel slav bikin şevberk li dar xistin. Dengbêjan anî ziman ku Ev komkujî li ser gelê kurd bi armanca tundiya derûniya civaka kurd e. Ji ber vê yekê divê hemû gelê kurd li hember dijmîn bi moral û coş be.”

Navenda Çand û Hunera FeqiyêTeyran a Colemêrgê bibone ya pişgiriya berxwedana Farqînê bernameya şevberkê li dar xistin û dengbêjan ji bo berxwedana Farqînê stîrin. Ligel nûner û rêveberên DBP, HDP’ê bi dehan welatî devlî şevberkê bûn. Di despêka bernameya şerbekê de ji bo kesên di şerê azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dengbêj Hemîda li ser navê hemû dengbêjan axivî û diyar kir ku li Kurdistanê şerekî qirêj tê maşandin û bi destê dewletê di nav de jin û zarok jî heyî komkujî pêk tên. Ligel êrîşên giran dewlet êrîşê derûnî ji li ser gel dide meşandin. Lê gelê me hêza xwe ji moral û motîvasyonê distîne. Lewra îro em ê jî bi stranên xwe piştgîriyê dibin berxwedana gelê Farqînê.

‘Divê lihemberî şerê psîkolojîk gel hişyar be’

Hamîdo di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê gelê kurd li hember polîtîkayên dewletê hişyar bin û bi gorî wê tev bigerin û wiha berdewam kir: “Ez gelê Oremarî me û niha li Oremarê berxwedanek mezin heye. Lê dewlet dibe je ku em ketine Oremarê û me hêzên kurdan têk biriye. Ez ji wê derê têm û min dît ku dewlet li hember berxwedana hêzên kurd têk diçe. Ev hemû polîtîkayên qirêj in û moralên gel xira dikin.”

‘Bila her kes li ser piyan be û li ber xwe dibe’

Hamîdo li ser bang li her kesî kir ku bila her kes li ser piyan be û li hember zilmê li ber xwe bide. Pîştî axaftinan denbêjan stranên xwe stîrin û bi dengên xwe beşdervanan aramî kirin.

(zyd/ho)