Li Enqereyê komxebata 25’ê Mijdarê
12:32
JINHA
ENQERE - Navenda Şewremendiya Stariya Jinê bi minasebeta li hemberî êrîş û tundiya mêrê civina hêza qolektîfa jinê den dest pê kirin.
Li Enqerayê dê jin bi minasebeta Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya Jinê dê jin di pêşengiya Navenda Şewremendiya Stariya Jinê di 14’û 16’ê mijdarê komxebatêk li dar bixin. Komxebata ku her sal li bajarên cuda tên li dar xistin dê îsal bi dîrûşmeya “Li hemberî tundiya mêrê hêza kolektîf, dê bibe qada Şewremendî û têkoşina me” li Enqerayê pêk bê. Jinên ku di saziyên civakî û sîvîl de cih digirin dê di komxebatê de amadebîn.
Bernameya Komxebatê wiha ye “Di 14’ê Mijdarê de vekirina komxebatê û axaftîn û danasin. Roja duyem jî bi xebatên atolyayê berdewam bike. Di roja 3’ê yan de komxebat bi mijarên cuda dê berdewam bike û dê encamnamê bê standin.
Hejayî gotinê ye ku dê komxebat li Otela Bera ya Enqereyê pêk bê.
(ho)
