Li Erdîşê rojnamevan hatin binçavkirin

12:39

JINHA

WAN - Li Erdîşê welatiyên ku xwestin êrîşa li dijî taxa Tendurek a Erdîşê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyeran de gelek kesên ku di nav de rojnamger jî hene hatin binçavkirin.

Li navçeya Erdîşa Wanê polîsan êrîşî koma ku ji bo şermezarkirina dorpêça li taxa Tendurek a Erdîşê kom bûn kirin. Di bûyeran de gelek kesên ku di nav de rojnameger jî hene hatin binçavkirin. Welatiyên ku di nav de parlamenterên HDP'ê û hevşaredar jî hene ji bo şermezarkirina êrîşan hatin cem hev û rastî êrîşa polîsan hatin.

Li qada ku polîsan bi çekan êrîşî gel kir de nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Yilmaz, nûçegihanên ÎMC'ê Bekir Guneş û Rûşen Takva ên nûçe dişopand jî di nav de bi dehan kes hatni binçavkirin. Polîsan heqeret li rojnamgerên li cadeya Kişlayê kirin gefa "Em ê emniyetê komî vê derê bikin" li wan xwarin.

Li navçeyê bûyer berdewam dike û gel li avahiyên DBP û HDP'ê de asê man. Li navçeyê rageşî didome.

(ho)