Dayîkên Aştiyê êrîşên polîsan ên ser heremê şermezar kirin
15:58
JINHA
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya êrîşên dawî yên li ser kurdan tên kirin şermezar bikin daxuyanî dan. Di heman demê de VÎMET'ê jî ji bo êrîşên li ser rojnamevanên ku li navçeya Erdîşa Wanê di şopandina nûçeyê de bû û rastî êrîşa polîsan hat bi daxuyaniyek şermezar kir.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi boneya êrîşên dewletê û hikûmeta AKP'ê yên li ser gelê Kurdistanê bi tund didin meşandin şermezar bikin daxuyanî dan çameniyê. Daxuyanî bi tevlîbûn nûner û rêveberên HDP, DBP û gelek welatiyan li Parka Feqiyê Teyran hat dayîn. Di daxuyaniyê de bê navber dîrûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Destên diçin aştiyê bila bişkên" berz kirin. Li ser navê dayîkan endama Meclîsê Zekiye Kaya axivî û êrîşên li ser gelê kurd bi tund şermezar kir.
'Erdogan bi her awayî êrîşê kurdan dike'
Zekiye diyar kir ku bi salan e li ser gelê kurd êrîş tên kirin lê dewlet hêj fêm nekiriye ku gelê kurd bi êrîş û komkujiyan tune nabin û wiha pê de çû: "Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi her awayî êrişî kurdan dike û dixwaze tune bike. Lê gelê kurd tune nabin û têknaçin."
Çalakiya Dayikan bi 5 deqe rûniştinê bi dawî bû.
Rojnamegeran êrîşa polîsan şermezar kirin
Di heman demê de Komeleya Înternek Çapemeniyê ya Wanê (VÎMET) jî ji bo êrîşên li ser rojnamevanên ku li navçeya Erdîşa Wanê di şopandina nûçeyê de bû û rastî êrîşa polîsan hat bi daxuyaniyek şermezar kir. Daxuyanî li Parka Feqiyê Teyran dan. Gelek rojnameger makîneyên xwe danîn erdê. Hevserokê Komeleya VÎMET'ê Îhsan Siyahtaş daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên polîsan li ser rojnamegeran ne hiquqiye û bila dewlet demîldest dev jivê polîtîkayên xwe berde. Îhsan destnîşan kir ku dewlet bi van êrîşan dixwaze rastiyê ji civakê veşêre û êrîşên xwe zêdetir bike.
Rojnamegeran pîştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.
(mc-ho/zt)
